Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Washington Pisporan Bandora Îranê li Rojhilata Navîn Gotûbêj Kir


Dîmeneke paytexta Îranê Tehran.
Dîmeneke paytexta Îranê Tehran.

Kiryarên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn, bi taybet di demên dawî de, bûne sedema zêdebûna tundûtûjî û nearamîyê li deverê, pispor dibêjin.

Di panelekê de ku roja Sêşemê ji alîyê Foruma Rojhilata Navîn li Washingtonê hate lidarxistin, pisporên karûbarên Îranê behsa wê yekê kir çawa Tehranê bi dirêjahîya salan plan dikir ku bandora xwe li Rojhilata Navîn bigihîne asta îro roj.

“Di salên dawî de Rêberê Ruhanî yê Îranê Ayatollah Elî Xameneyî desthilat baş zeft kiriye û hertişt xistiye destê xwe,” Seîd Golkar, şîretvanê rêxistina United Against a Nuclear Iran (UANI), di semînarê de got.

“Ev yek rê dide wê ku siyasetên xwe yê dijminane bi awayekî karîger li seranserê herêmê birêve bibe û armancên serekî yên Şoreşa Îslamî pêk bîne. Armancên Komara Îslamî li deverê eşkere ne,” wî da zanîn.

Golkar bal kişand ser wê yekê ku Îran dixwaze ku heta jê bê welatên deverê bi tevahî têxe jêr kontrola heman sîstema ku niha li Îranê dimeşîne.

Bûyerên piştî êrîşa koma Filestînî ya çekdar Hemas di 7’ê Cotmehê de pê rabû, nîşan in ku destê dirêj yê Îranê li Rojhilata Navîn dikare bibe sedema alozîyên metirsîdar, şîrovekar dibêjin. Di wê êrîşê ku bi kêmî 1200 kes li Îsraîlê hatin kuştin û dora 250 hes jî hatin dîlkirin.

Piştre artêşa Îsraîlê dest bi operaysonên leşkerî li dijî Hemasê li Kerta Gazayê kir ku heta niha jî berdewam dikin. Di encama vî şerî de bi kêmî 35 hezar kes li Gazayê hatine kuştin, li gor daneyên Wezareta Saxlemîyê ya Gazayê.

Dîmeneke pevçûnên navbera Hizbullah û Îsraîlê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Libnanê de.
Dîmeneke pevçûnên navbera Hizbullah û Îsraîlê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Libnanê de.

Mîlîşyayên Çekdar

Ji bilî rola Îranê di piştgirîya Hemasê de, şîrovekar dibêjin di dema dawî de Îranê jibo şerê Îsraîlê bike bêtir pala xwe dide ser mîlîşyayên çekdar li seranserê herêmê, wekî Husî li Yemenê, Hizbullaha Libnanî û hejmareke komên din li Îraq û Sûrîyê.

“Ez ne hevbîr im ku Hizbullah girêdayî rejîma Îranê ye. Ez dibêjim ku Hizbullah beşek e ji Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê, jiber ku di salên dawî de Hizbullah şer li seranserê deverê dike tenê jibo berjewendîyên Îranê birêve bibin,” Henîn Ghaddar, lêkolera Enstituya Washington, got.

Ghaddar da zanîn ku tevî Îranê 13’ê Nîsanê de dora 300 dron û mûşekên balîstîkî avêt Îsraîlê, wekî bersiv hember êrîşa Îsraîlê li ser avahîya balyozxaneya Îranê li Şamê, Tehran naxwaze bi awayekî rasterast têkeve şerekî ligel Îsraîlê.

“Jiber wilo ew dixwaze şerê xw bi rîya Hizbullah û Husîyan birêve bibe,” wê got.

Ghaddar, ku bixwe ji başûrê Libnanê ye, da zanîn ku tevî êrîşên berdewam yên çekdarên Hizbullahê li ser bakurê Îsraîlê, ew koma çekdar naxwaze têkeve şerekî berfireh ligel Îsraîlê.

Henîn Ghaddar
Henîn Ghaddar

“Şerê niha ku li Gazayê dibe jibo Hizbullahê ne girîng e. Tevî ku cebilxaneya wan ya leşkerî mezin e, lê dîsa jî sînordar e. Ew naxwazin hertiştî niha bikar bînin û paşê neçar bimînin ku li hêvîya duristkirina mûşekên nû bin. Îran Hizbullah hiştîye jibo rojekê ku berevanîya navend û çekên wê yên navokî bike.”

Bernameya Navokî

Alîreza Nadir, şîrovekarê karûbarên Îranê, dibêje ku yek ji sedemên hiştine Îran hizir bike ku serdestîya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bike, plana wê ya bidestxistina çekên navokî ye.

“Rejîma Îranê dixwaze fakterê demê bikar bîne heta bigihêje qonaxekê ku bernameya wê ya navokî bibe rastî û bidestxistina çekan pêk were,” wî got.

Di hefteyên dawî de, karbidestên Îranî bi eşkereyî dibêjin ku ew dikarin helwesta xwe eger navendên wê yên navokî yan rejîm bixwe rastî metirsîyan werin.

“Me ti biryar jibo duristkirina bombeyeke navokî nîne, lê eger hebûna Îranê têkeve jêr gefeyê, emê neçar bimînin ku siyaseta xwe ya leşkerî biguherin,” Kamal Xarazî, şîretvanê Alî Xameneyî, roja Yekşemê da xuya kirin.

Rafael Grossi, serokê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA), roja Sêşemê got ku ew derbarê gefeyên karbidestên Îranî yên li ser bidestxistina çekên navokî xembar in.

Şîrovekar Nadir da zanîn ku tevî hemû hewildanên civaka navnetewî jibo pêkanîna diyalogê ligel Îranê derbarê bernameya wê ya navokî, “armanca dawî ya Xameneyî û Pasevanên Şoreşa Îslamî ew e ku çekên navokî bidest bixînin û li herêmê bikar bînin.”

XS
SM
MD
LG