Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Eyaletên Amerîka Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Berfireh Dikin


Hin eyaletên Amerîka jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên nû ragihandin.

Walîyê Michiganê Gretchen Whitmer dîyar kir ku xwarina li mekanên girtî, dersên rûbirû yên xwendekarên lîse û zanîngehan, çalakîyên bo gel yên li qumarxane û salonên sînameyê hatine qedexe kirin.

‘’Em di dema herî xirab ya şewba vîrusa korona de ne. Rewiş berê ti car ewqas xirab nebûbû’’ Whitmer got.

Wî da zanîn ku bo ew rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin divê ew li gor tedbîran tevbigerin.

Eyaleta Washington ya rojavayê bakurê Amerîka jî xwarina li mekanên girtî qedexe kir.

Walîyê Washingtonê Jay Inslee ferman da molên li eyaletê ku kapasîteya mişterîyên xwe daxin 25 ji sedê.
J
Li Washingtonê kombûnên li navendên vekirî bi 5 kesan hat sînordar kirin û kesên ne ji heman malê jî dê nikaribin li mekanên girtî li hev kom bibin.

XS
SM
MD
LG