Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Eyaletên Amerîka bi Hejmara Pêketîyên Korona Rekorê Dişikînin


Şeş eyaletên Amerîka, California, Arkansas, Florîda, Montana, Oregon û Teksasê roja Sêşemê di hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona de rekor şikandin.

Teksas û Florîda bi pêketinên nû, 400,000 pêketî derbaz kirin û tevlî California û New Yorkê bûn.

Roja Sêşemê, li Amerîka pirtir ji 1200 kes bi vîrusa korona mirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka 4,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û hejmara kesên bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane jî nêzî 150,000’î bûye.

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansa roja Sêşemê de bang li Amerîkîyan kiribû ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û bala xwe bidin ser paqijîyê.

Trump ji hemwelatîyên Amerîkî xwestibû ku tevlî civînên berfireh nebin, neçin baran û maskan bidin ber rûyên xwe.

XS
SM
MD
LG