Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi 7 Mûşekan Êrişî Ser Eyn El – Asad Tê Kirin


Arşîv: Bingeha leşkerî ya Ain al-Asad li parêzgeha Anbar, rojavayê Îraqê
Arşîv: Bingeha leşkerî ya Ain al-Asad li parêzgeha Anbar, rojavayê Îraqê

Bexda, AFP- Îro Çarşemê bi 7 mûşekan êrişî bingeha leşkerî ya Eyn El-Asad hat kirin ku li rojavayê Îraqê ye.

Bingeha leşkerî ya Eyn El-Asad li parêzgeha Enbar ya rojavayê Îraqê ye û leşkerên Amerîkî li wî bingehî dimînin, çavkaniyekî leşkerê Îraqê gotiye ajansa Fransî ya Nûçeyan AFP ku bi 7 mûşekan êriş pêkahtiye.

Çavkaniyeke di asta bilind ya leşkerê Îraqê de gotiye, "Bingeha Eyn El-Asad rastî êrişa bi 7 mûşekan hatiye bê ku qurbanî hebin." Lê behsa hurgiliyên êrîşê nekir ya ku hevdem piştî êrîşa ser firîngeha Erbîl-Hewlêr pêkhatî, ya ku nêzîkî Konsulxaneya Amerîka ye li bajarê Hewlêr yê paytexta Herêma Kurdfistanan Îraqê, ku li gurî çavkaniyên berpirsên Herêma Kurdistanê di wê êrîşê de jî, ti ziyanên giyanî û madî çênebûne.

XS
SM
MD
LG