Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Batmanê Hin Ezîdî Rûbirûyê Pirsgirêkan Dibin


Nedîm Erkîş bû armanca êrîşekê
Nedîm Erkîş bû armanca êrîşekê

Nedîm Erkîş Ezîdîyê gundê Kelhoka Batmanê ye. Wî 27 sal berê jiber rewşa xirab ya salên 1990'an, bi malbata xwe re koçî Almanya kiriye.

Lê berî ku ji gund derkevin, çend malbatên Ezîdî erd û malê xwe emanetî serokê eşîra Reşkotîyan dikin. Ew li noterê belgeyek îmza dikin ku dema vegerê de, bê pirsgirêk dê werin ser mal û milkên xwe.

Lê, dema ku eq di sala 2012'an de dixwazin vegerin, dibînin ku serokê eşirê ku soz dabû wan miriye. Zar û nevîyên wî kesî ku 20 sal in erdê Ezîdîyan dajon, dibêjin ew erd nadin wan.

Heşt sal in ku her du alî di nav pirsgirêkan de dijîn. Nêzî 10 hezar donim erd û zevî li ser Ezîdîyan tapu kirîye, lê gundîyên ku di nav wan de qorîcî hene, pir caran êrîş birine ser Ezîdîyên ku doza milkên xwe dikin.

Dadgehên Batmanê jî Ezîdîyan mafdar dîtine, lê cara dema ajotina erd, Ezîdî bûne armanca êrîşan û neçar mane ku ji leşkeran hawar bixwazin.

Herî dawî roja Duşemê li Batmanê Nedîm û xizmên wî dibin armanca êrîşekê û tên birîndar kirin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_Radyo_Nedîm Erkîş
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00


XS
SM
MD
LG