Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî Cezayê Zindanê li Rêberê Îxwanê Mahmud Ezat Birî


(Arşîv)
(Arşîv)

Dadgeheke Misirî îro Pêncşemê cezayê zindanê yê bi dirêjîya jînê li rêberê Biratîya Misilman (Îxwan) Mahmud Ezat birî.

Ezad di meha Tebaxê de li mala xwe ya li Qahîrê hatibû desteser kirin,

Dadgehê bi sedema gurkirina tundîyê û peydakirina sîlahan ji piştevanên Îxwan re, ceza da Ezat.

Dadgehê di heman dozê de, heman ceza li çend endamên peyebilind yên din yên Îxwanê birî.

Ezat îdiaya dijî xwe red kiribû û gotibû ku ew doz bi armancên sîyasî hatiye vekirin.

Ezad cîgirê rêberê Îxwanê Mihemed Badi bû û piştî girtina wî ya di Tebaxa 2013’an de bûbû rêberê wê rêxstinê û ew wek kesekî tundrê dihat zanîn.

XS
SM
MD
LG