Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Êrîşan Kurdên Herêma Ezazê Neçar Dibin Koçber Bin


Gelek hemwelatîyên Sûrî li ser sînorê Tirkîyê asê mane
Gelek hemwelatîyên Sûrî li ser sînorê Tirkîyê asê mane

Zêdetirî hefteyek e rûniştvanên gundên bajarokê el-Raî, ku piranîya şênîyên wê Kurd in û herwiha gundên derdorê mîna Tilbetal, Tat Homs, Sender, Tilehmer, Qentera û hin gundên din jiber topbarankirina tankên Tirkîyê koçber dibin.

Ew herêm heta demeke kin di bin kontrola DAIŞ da bû, lê li bûye 10 roj ku çekdarên DAIŞ tev malbetên xwe ji herêmê derdikevin û herêm diba armanca tankên Tirkîyê ku ji ser sînor êrîşên xwe didomînin.

Li gor welatîyên herêmê, xencî tankên Tirk, firokên nenaskirî jî êrîşên esmanî li herêmê pêk tînin, loma jî pir kes ji malên xwe derdikevin û ber bi sînor ve koçber dibin.

Jiber ku rêya vê herêmê bi Efrînê re hatîye birîn, loma ew kesanan nikanin xwe bigehînin Efrînê.

Hin jêderên xwecîhî ku nexwest navê wan eşkere be, ji Dengê Amerîka re got ku ji alîyê Tirkîyê ve lîstokek li ser gelê herêmê tê meşandin ku rê Ii ber pêşdeçûna YPG were girtin.

Li gor îdiaya wan kesan, DAIŞ bê şer herêmê radestî ketîbên wek Sultan Murad, Ehrar el-Şam û hin ketîbên din dike.

EM_4_6_16-Rai
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG