Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Navbera Tundrêyan û Kurdan de 23 Kes li Helebe Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê radigihîne ku di encama şerê navbera hêzên cîhadî û hevalbendîya bi pêşengîya Kurdan de 23 çekdar li nêzîkî bajarê Ezaz ya Helebê hatin kuştin.

SOHR dide zanîn ku şerde ku nav cîhadîyande baska El Qayde ya li Sûrîyê, Nusra jî heye û 15 ji çekdarên kuştî ji wan tundrêyan in.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dîyar kir ku 8 şervanên kuştî jî endamên Hêzên Sûrî yên Demokratîk in ku YPG pêşengîya wê hêze dike.

SOHR herwiha ragihand ku Nusra do Yekşemê 2 kes serjê kirin, bi sedema ku wan bi Ceyş el-Suwar re kar dikir.

XS
SM
MD
LG