Lînkên eksesibilîtî

Qetlî'ama Şengalê Û Rewşa Êzidyan li Kampa Mîdyadê


3î Tebaxê dibe sêyemîn salvegera êrîşa DAİŞê ya li ser Şengalê, dema çekdarên Îslamî yên radîkal êriş anî ser warê êzidiyan û ji 5 hezar kesan zêdetir êzidî hatin kuştin. Herwiha bi hezaran keç û jin, revandin û weke kole bikar anîn.

Di dema êrîşan de nêzî 3 hezar Ezidî hatin Tirkiyê û li kampa Amedê du sal man ku ev kamp ji aliye şaredariyên DBPê hatibû avakirin. Lê piştî hikumetê dest da ser şaredariyên Kurdan, kampa Êzidiyan jî hat girtin û nêzî 1200 êzidi şandin kampa Midyadê.

Êzidiyên li kampê, ji rewşa xwe ne razî ne jiber ku, ew di nav penaberên ereb yên Surî de dijîn. Du roj berê nûçeyek belav bû û hat îdiakirin ku, rêvebiriya kampa Mîdyadê çar zilamên Êzidî ji kampê qewirandine.

Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknaz Uca rewşa van êzidiyan anî rojeva meclisa Tirkiyê û jibo bersivdanê, pirsiyarnameyek pêşkêşî serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim kir. Uca dibêje rêvebiriya kampa Midyadê ji 200 êzidiyan re gotiye divê hûn kampê terk bikin.

Parlamentera Kurd rastiya van iddiayan ji serokwezîr dike lê heta nûha bersivek nehatiye dayîn. Azam Xidir yek ji wan çar kesane yên hatine qewirandin, ew dibêje, 29ê mehê êvarê bi fermana midurê kampê hatîye avêtin.

Azam ji Dengê Amerika re got dema ku ji kempa Amedê ew anîn kempa Midyadê qeyda wî çênebuye jiber ku wan rojan keça wî nexweş bûye û li nexweşxanê razandî bûye.

Wî got welatiyekî, ew li mala xwe kiriye mêvan lê piştî ku nuçeya rewşa wan belav bû jibo sê rojan destûra mayina li kampê dane wî û hevalên wî.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG