Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Êzîdî li Îraqê Dibin Armanca Zêdegavîyên Sîstematîk yên DAIŞ'ê


Kurdên Êzîdî ku di 8ê Nîsanê de li nêzîkî Kerkûkê hatibûn berdan
Kurdên Êzîdî ku di 8ê Nîsanê de li nêzîkî Kerkûkê hatibûn berdan

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) dibêje, endamên koma tundrê Dewleta Îslamî bi awayekî sîstematîk kiryarên tecawuz û tundîya seksî li ser kêmanîya Êzîdî li Îraqê pêk tîne.

HRW di raporta xwe ya nû de, ku îro Çarşemê hat weşandin dîyar dike ku DAIŞ Kurdên Êzîdî yên li Çîyayê Şengalê xistiye çemberê û ew neçar kirine ku cîh û warê xwe biterkînin.

Raport bi firehî qala revandin û kuştina bi hezaran Êzîdîyan ji destê DAIŞ'ê dike ku hejmareke mezin ya qurbanîyan jin û zarok in.

Human Right Watch bi berdewamî dibêje, DAIŞ jin û zarokên Êzîdî ji malbatên wan cihê dike û dişîne deverên din li Îraq û Sûrîyê ku bêne firotin û bi mîlîtanan re bêne zewicandin.

XS
SM
MD
LG