Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Sîyasî û Rêxistinên Sîvîl Dîyarbekirê jibo Şengalê Banga Yekiti û Hevgirtinê Dikin


Erîşên DAÎŞ yên dijî Kurdên Êzîdî yên Şengalê, li Dîyarbekirê bi xwepêşandan û daxuyanîyên cuda hatine şermezar kirin.

Li Dîyarbekirê partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîl li ser hev daxuyanîyan didin û nerazibûnên xwe tînin ziman.

Li ser navê rêxistinên girêdayê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamentera HDPê ya Qersê Mulkîye Birtane peyîvî.

"Heta ku netewa Kurd yekîtîya xwe saz neke wê her bi xetera tevkujî û tunekirinê rûbirû bimîne. Dema yekiti û hevgiritinê hatîye û derbaz dibe."

12 rêxistin û partîyên sîyasî yên Kurdistanî jî bi daxuyanîyeke cuda êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin.

Zînet Dinçer li ser navê wan got "Hêvî û daxwaza me ku Kurd hêza xwe ya leşkerî û sîyasî jibo Rojava û jibo Şengalê bikin yek"

12 rêxistinên Îslamî yên Kurd jî bi bi daxuyanîyeke cihê, êrîşên ser Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyanîyê de wiha hate gotin:

"Piştî êrîşên DAÎŞê hêzên emperyalîst hene ku ew bi destkeftîyên Kurdan ne dilxweş in. Ev hêz dixwazin Kurdan ceza bikin, jiber ku Kurd dixwazin paşeroja xwe ya azad îlan bikin.”

Parlamenterê AKPê yê Amedê Cuma îçten jî di daxuyanîyê de amade bû. Wî got, ew îro li vir eşkere dibêje ku DAÎŞ rêxistineke terorîst e."

KHF_8_8_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:04 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG