Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên li Dîyarbakirê Banga Alîkarîya Navnetewî Dikin


Kurdên Êzîdî li Dîyarbakirê
Kurdên Êzîdî li Dîyarbakirê

Hejmara penaberên Şengalê yen ku tên bakûrê Kurdistanê her roj zêdetir dibe û heta niha derdora 5 hezar Êzîdî li bajarên cihê cî kirin.

Tê texmîn kirin ku hejmara Êzîdîyên li Amedê nêzîkî 1500 kes in û dora 500 penaber, li Sumerparkê dimînin.

Malbatên li Sumeparkê, hem jibo alîkarîyan spasîya xwe li bajarvanîyan bikin, hem jî jibo dengê xwe bigînin welatên cîhanê, daxuyanîyek dan çapamenîyê.

Penaberan gotin ev fermana 74’an e ku bi serê wan hatîye lê ger 74 fermanên dinê jî li ser wan rabin ewê dest ji bawerî û zimanê xwe bernadin.

Çend penaberên ku li Sumerparkê dimînin, jiibo Dengê Amerîka axivîn û bang li Hik[meta Herêma Kurdistanê û ya Tirkîyê kirin da ku derîyê sînoran vekin.

Ji alîyê dinê ve, Partîya Herêmên Demokrat (DBP) jî bi daxuyanîyekê ragihand ku wan seferberîya komkirina kelûpelên jibo alîkarîya penaberên Şengalê dane destpê kirin.

KHF_8_15_14_Êzîdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG