Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Penaberên Êzîdî li Bakûr Zêde Dibe


Hejmara hemwelatîyên Êzîdî ku ji Şengalê, jiber zulma Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAİŞ) direvin, li bakurê Kurdistanê zêde dibe.

Bi giştî nêzîkî 10 hezar kes li navçe û bajarên herêmê dimînin. Li gorî agahîyan li Kampa Midyadê 2200, li Şirnexê 2000; li Silopî 1000, li Dîyarbekirê 952, li Cizîr 300, Nisêbîn 250 û li Qoserê jî 200 kes dimînin.

Di çend rojên dawî de nêzî 1500 kesên bê pasaport, ji sînorê derbaz kirin û xwe gihandin gundê Roboskê.

Li gorî hin agahîyan, şebekeyên ku dixwazin ji vê rewşa xirab îstîfade bikin, peyda bûne. Şebeke, bi hiceta ku derbazê Ewropayê bikin, penaberan dişêlinin.

Bi dehan Ezîdî ji alîyê van şebekeyan hatine xapandin û li bajarên wekî Enqere û Stenbolê hatin hîştin.

Ji alîyê dinê ve, jibo jin û zarokên ku li park û avahîyên bajarvanîyên Dîyarbekirê dimînin, piştgirîya derûnî û civakî hat destpê kirin.

Niha di avahîyên bajarvanîyan de bi giştî 952 Êzîdî dimînin. Ji wan kesan, 397 wan zarok û 317 jî jin in.

Seroktîya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, xizmetê da destpê kirin, jibo jinên Êzîdî ku li Qada Jîyana Hevpar a Sumerparkê dimînin.

Herwiha jibo zarok û ciwanên penaber ji xebatên perwerdehîyê û çalakîyên hunerî li Sumerparkê destpê kir.

Di nav heftê de jibo zarokên penaber lîstikên şanoyê hatin nîşandan. Zarok çûn lîstika bi navê “Pîrê û Luyê” û bi temaşekirina lîstikê kêfxweş bûn.

Derhênerê Şanoya Bajar Ruknettin Gun got "Bi saya lîstikan, zarok bêhna xwe vedan. Kêfa wan pir hat û emê di rojên pêş de çend lîstikên dinê jî nîşan bidin."

KHF_8_21_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG