Vekolerên Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê dibêjin ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li hember bi hezaran Êzîdîyên li Sûrîyê û Îraqê jenosîd pêk anîye.
Vekolêrên Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de didine zanîn ku gruba tundrê hewlên sîstematîk yên wek kuştin, koletîya seksî û tawanên din li ser Êzîdîyan meşandiye ku wê civaka etnîkî û olî ji holê rake.
Neteweyên Yekbûyî pêşnîyar dike ku tawanên li hember Êzîdîyên bi nîfûsa 400,000 kes hatine kirin, bo darizandinê, ji Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) re werine şandin.
Raporta Neteweyên Yekbûyî ku li ser hevpeyînên bi dehan rizgarbûyên Êzîdî hatiye amade kirin, radigihîne ku çekdarên DAIŞê ji Twbaxa 2014an vir ve, bi awayekî sîstematîk Êzîdîyan digirin û reftarên xirab dikin ku
nasnameya wan tune bikin.
NY bi bîr tîne ku kiryarên wî rengî li gor Peymana Jenosîdê ya 1948 wek tawan hatine destnîşan kirin û jenosîda ser Êzîdîyan hîn jî berdewam dike.