Holanda îro Înê ragihand ku ewê jibo têkoşîna dijî dagirkerîya Rûsya 18 firokên F-16 bide Ukraynayê.
Serokwezîrê Holanda Mark Rutte biryara dayîna firokên F-16 ser platforma X’ê ragihand.
Rutte dîyar kir ku ew bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re axivîye û wan dest bi amadekirina firokan kiriye.
Wî got ku firokên F-16 jibo Ukraynayê yek ji piştgirîyên leşkerî yên herî girîng e.
Pêvajoya dayîna firokên F-16 wê li gor destûra wezareta derve ya Holanda û pîvanên binesazîyê yên karmendên Ukraynayê dîyar bibe.
Hikûmeta Holanda dîyar dike ku ragihandina alîkarîyê rê dide ku ew jibo vê yekê dirav û xebatkaran amade bikin.
Zelenskyy jî ji X’ê ragihand ku ew ser amadekirina firokên F-16 bi Rutte re peyivîye.
Holanda firokên pêşî meha borî jibo firokvanên Ukraynî şand navendeke perwerdeyê li Romanyayê.
Piştî Amerîka jibo firokên F-16 destûr da ku ew li hember Rûsya jibo berevanîyê werin karanîn, Danîmark, Norwec û Belcîka jî dîyar kirin ku ewê firokên F-16 bidin Ukraynayê.
Jêder: Reuters