Îraqê cara yekê ye ku bi firokên xwe yên F-16 ku ji alîyê Amerîka ve hate dayîn, êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ’ê pêk anî.
Karbidestên leşkerî yên Îraqî dibêjin, firokên wan 15 êrîş li ser armancên DAIŞê yên li bakur û rojavayê wî welatî kirin.
Wezîrê Berevanî yê Îraqê Khaled Al Obaidi got, hebûna wan firokên bêguman bandoreke erênî li ser şerê dijî DAIŞ’ê bike.
Amerîkayê li gor kontrata sala 2011’ê, 4 firokên F-16 yên pêşîn, di meha Tîrmehê de dabûn Îraqê. Baxdayê di wê salê de bi buhayê 3 mîlyar dolaran 18 firok kirîbûn û di sala 2012’ê de jî bi buhayê 830 mîlyon dolaran 18 firokên din kirîn.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkî Peter Cook pesna hêzên esmanî yên Îraqê da ku wan firokana bi karîgerî dijî DAIŞ’ê kar tîne.