Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerîya Amerîkî Gehiştina Firokên F-22 bo Rojhilata Navîn Radigihîne


Firoka Amerîkî F-22 ya hêzên Esmanî yên Amerîka.
Firoka Amerîkî F-22 ya hêzên Esmanî yên Amerîka.

Firoka F-22 Raptor ya Hêzên Esmanî yên Amerîkî gehişt bingeha Esmanî ya El Udeyid li Qeterê, leşkerîya Amerîkî îro Pêncşemê ragihand.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) giheştina firokeyên Hêza Esmanî bo Rojhilata Navîn ragihand, di çarçoveya tirsa berfirehbûna şer li herêmê dema ku Îran gefên êrîşa ser îsraîlê dike.

CENTCOM got ku ev gav di çarçoveya tevgerên bicihkirina hêzên Amerîkî li navçeyê û rûbirûbûna gefên Îranê û komên ku piştevaniya wê dike tê.

Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Îran û hevalbendên wê yên herêmî gefa êrîşa ser Îsraîlê dixwin, weke tolhildana kuştina rêberê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê û komandarê leşkerî yê Hizbullahê Fûad Şukr li Beyrûtê.

Hizbullah soz daye ku "encam çi dibe bila bibe" dê bersiva Îsraîlê bide.

Hefteya borî, Wezareta Berevanîya Amerîkî ragihandibû ku Amerîka dê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn bihêztir bike, bi şandina keştîyên şer û firokeyên şer yên zêdetir jibo "kêmkirina egera alozîya herêmî ji aliyê Îranê ve" yan jî alîgirên wê li herêmê.

Cîgira berdevkê Pentagonê Sabrina Singh di daxuyaniyekê de got ku Wezîrê Berevanîyê Lloyd Austin "bi armanca baştirkirina parastina hêzên Amerîkî, zêdekirina piştevanîya ji bo berevaniya Îsraîlê, û misogerkirina amadebûna Amerîka jibo bersivdanê fermana başkirina pozîsyona leşkerî ya Amerîkî da. Ev ye jibo amadekarîya di rewşên awarte yên cûda de ye."

Ev pêşketin di demekê de tên ku hemû cîhan li benda bersiva Îranê û hevalbendên wê ye, lê bi her awayî zextên navnetewî li hemû aliyan tê kirin da ku rêgirtin li ber zêdebûna aloziyê were girtin.

Jêder: CENTCOM, AFP

XS
SM
MD
LG