Karbidestên Pentagonê ji VOA re dibêjin ku tevî nerazîbûna Kongresê, Tirkîye wê firokên F-35 yên êrîşkar ji Amerîka wergire.
Kompanya Lockheed Martin ya çêkera F-35 ragihand ku roja Pêncşemê bo firokên Tirkîyê wê merasîmeke li bajarê Fort Worth ya Teksasê were kirin.
Civata Nûneran û ya Senatoran her du jî daxwaz ji hikûmeta Amerîkî kiribûn ku beşdarbûna Tirkîyê ya nav programa F-35asteng bikin.
Qanûndanêrên Amerîkî, jiber girtina qeşeyekî Amerîkî ji hêla Enqerê ve û kirîna sîstema berevanî ya S-400 ji Rûsya, naxwazin ku firokên F-35 ji Tirkîyê re werin firotin.