Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hember Dr. Fîkret Başkaya bi Îdiaya Propogandaya Terorê Doz Hate Vekirin


Li Tirkîyê derheqê gelek kesan de, ser azadîya raman doz hatiye vekirin ku nivîskar û aborînas Doç. Dr. Fîkret Başkaya jî yek ji wan kesan e.

Hember Başkaya jiber nivîsa wî ya bi navê “Terora esasî terora dewletê ye” doz hate vekirin û cara duyê ye ku ew îro derket pêş dadgehê.

Di rûniştina dozê de dozgeran hember Başkaya ji saleke heta 5 salan cezayê zindanê xwestin.

Başkaya, hem ser doza hember xwe û hem jî derheqa rewşa heyî li Tirkîyê nêrînên xwe bi Dengê Amerîka re parve dike û rexneyên tund tîne ziman.

“Rejîma Tirkîyê ya niha rejîmeke terorê ye û çi demê wê çi bibe kes nizane. Teror tiştekî bi vî rengî ye. Çiyê were serê mirovan û kî çax, kesek nizane û her gav her tişt dikare çêbe. Di dîroka Tirkîyê de heta niha tiştekî wiha nebûye. Li Tirkîyê gelek darbeyên leşkerî çêbûne, lê di wan deman de jî rewşeke wiha xirab tunebû.”

Başkaya îdia dike ku desthilata heyê tenê dikare bi awayê şer û derewê xwe bi rêve bibe.

“Şer jixwe didome, lê derewên wan jî eşkere bûye kes êdî bi gotin û kiryarên wan bawer nabin. Sibêroja vê desthilatê tuneye û bê guman wê têk biçe.”

Başkaya bal dikşîne ser givaştinên derbarê azadîya ramanê û dîyr dike ku tawanbarîyên ser wê di demên dawî de di asta herî zêde de ye.

“Azadîya derbirînê ketiye erdê û tomara vê rejîmê gelek lawaz e jibe rku ew rejîm dijî gel e. Kesên ku cuda difikirin, xayîn û dijmin dihesibînin.”

Başkaya bi bîr tîne ku cara yekê di sala 1965’an de bi îdiaya propangandaya komunîzmê û piştî 54 salan, di sala 2017’an de jî bi îdiaya propagandaya rêxistina terorîzmê doz li dijî wî hatine vekirin.

“Dozên dijî min nîşan didin ku ev dewlet qet neguherîye,” ew gotinên xwe dawî dike.

ED_09_10_2019_Fikret_Baskaya
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00



XS
SM
MD
LG