Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredara Surê Fîlîz Buluttekîn jî Hat Desteser Kirin


Buluttekin û komeke jinên Kurd li Amedê
Buluttekin û komeke jinên Kurd li Amedê

Hevşaredara Surê Fîlîz Buluttekîn û endamekî meclîsa Surê di çarçoveya operayoneke terorî de, îro Înê di serdegurtina malê de hatin desteser kirin.

Ger Buluttekîn ji kar were dûrxistin, hîngê her çar navçeyên navendî yên Amedê: Baglar, Yenîşehîr, Kayapinar û Sur ji destê HDP’ê derdikevin.

HDP’ê di hilbijartinên 31ê Adarê de li 69 şaredarîyan bi ser ketibû, lê namzedên HDP’ê yên bajarvanîyên Baglar, Çaldiran, Artemêt, Tuşpa, Tekman û Dîgorê, di dema rewşa awarte de bi Biryara di Hikûmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibûn derxistin û bawernameya şaredarîyê ji namzedên AKP’ê hatibûn dayîn.

Hikûmeta Tirkîyê ji 19’ê Tebaxê vir ve ji 63 bajarvanîyên bin kontrola HDP’ê, 31 ji kar dûr xistibûn û li şûna wan qayum danabûn.

KHF_12_20_2019_Buluttekin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:54 0:00


XS
SM
MD
LG