Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuat Onen: AKP Dixwaze Dudilî Nav Hilbijêrê HDP’ê Çêke


City of Istanbul
City of Istanbul

Betalkirin û nûkirina hilbijartinê Stenbolê sîyaseta Tirkîyê careke din gur dike û partîyên sîyasî yek bi yek stratejîya xwe dîyar dikin.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştî 8 salan, şûnda destûr da parezvanên rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ku hevdîtin bi wî re bikin.

Dû re, Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperver (MHP) Dewlet Bahçelî jî got ku parêzvanên Ocalan dikarin wî bibînin.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener, piştî hilbijartinê du car hatin ba hev.

Nivîskar Fuat Onen dibêje ku dewleta Tirkîyê bi tevahî ketiye nav alozîyekê û ew jî jibo Kurdan baş e.

“Jibo ku heta niha li Kurdistanê Kurdan li hember dewletê li ber xwe didan. Kurdan jibo serkeftinê gelek êş kişandin. Heke Tirk demokrasî dixwazin û naxwazin neheqî li wan were kirin, bila derkevin kolanan. Ew bûyerên ku demên dawî de derketine holê, bo berjewendîyên Kurdan baş in.”

Onen, hevdîtina ligel Ocalan jî wek taqtîkeke AKP’ê dibîne û dibêje armanca wê çêkirina dudilîya nav hilbijêrên HDP’ê ye.

“AKP’ê salên borî jî wisa dikir. Nêrînên Bahçelî jî di vê xetê de ye. Di rakirina îdama Ocalan de jî Bahçelî disa derketibû pêş. Ew hemû lawazî û alozbûna Tirkîyê nîşan didin û ew jî kêrî berjewendîyên Kurdan tên.”

ED_05_14_2019_F_Onen
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:10 0:00

XS
SM
MD
LG