Lînkên eksesibilîtî

Komîsyona Parlemana Tirkîyê Biryara Dawîkirina Parlamenterîya Faysal Sariyildiz Da


Faysal Sariyildiz

Komîsyonên Dad û Qanûna Bingehîn yên meclîsa Tirkîyê, ku bi navê Komîsyona Têkel tê zanîn, bo parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz, jiber neçûna parlamenê, biryara bidawîkirina parlamenterîya wî da.

Komîsyona ku bi piranîya dengan biryara bidawîkirina parlamenterîya Sariyildiz da, dê derbarê wî raporekê ji meclîsê re bişîne û biryara dawî dê li wir were dayîn.

Di komîsyonê de parêznameya Sariyildiz jî hate xwendin.

Sariyildiz di berevanîya xwe de dîyar kir ku di dîroka meclîsa Tirkîyê ya ku digihije 94 sal de, cara yekê ye ku komîsyon jiber beşdarnebûna parlamenterekî kom dibe.

"Tevî ku bi sedan parlamenter bi arîşeya neçûna parlamanê rû bi rû ne, tenê dawîkirina parlamenterîya min û ya parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk di rojevê de ye. Ew jî nîşan dide ku armanca komîsyonê çi ye û bo çi xizmet dike," Sariyildiz got.

Di civîna komîsyonê de, parlamenterê HDP'ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder li şûna Sariyildiz berevanî kir.

Onder da zanîn ku komîsyon li gor qanûnên navxweyî û yên navneteweyî tevnagere û li Tirkîyê "d" ya "demokrasî"yê jî nemaye, ew li ber bayekî ketine û diçin.

Komîsyona Têkel, berê jî jibo Xanim Ozturkê biryara bidawîkirina parlamenterîya wê da bû. Jibo her du Ozturk û Sariyildiz biryara dawî dê li meclîsê were dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlamenterên wê partîyê girtî ne.

XS
SM
MD
LG