Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna Cîhadî Abu Anas Al Fransî Kuştina Wî Piştrast Dike


Jean Michel Clain hevjîna cîhadiyê di nava DAIŞê de bi Abu Anas Al Fransî tê naskirn piştrast dike ku mêrê wê di êrîşekê de li Baxoz hatiye kuştin.

Jean Michel ji ajansa Frans Press re gotiye"Meha bûrî tiyê min di êrîşa firokên bê firokevan de hat kuştin, paşî di êrîşa hawinan de mêrî min jî hat kuştin".

Fabien Clain welatiyê Farnasî ku navê wî yê cîhadî Abu Anas Al Fransî li Baxoz bingehê herî dawî yê DAIŞê li Rojhilatê Sûriyê şer dikir.

Bi hezaran çekdarên DAIŞê, jin û zarokên wan li Baxoz xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dikin ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin.

Di nava hezaran sivîlên ji Baxoz hatine derxistin gelek hevjînên çekdarên DAIŞê yên biyanî û yên li herîmî hene.

Fabien Clain yê 41 salî di piştî ku di tomareke videoyê de xwe weke berpirsê êrîşên xûnî yên Parîs ragihand bû ku di êrîşê de 129 kesan jiyana xwe jidest dabûn.

Wek tê zanîn li Baxoz şerên herî dawî yên tûnekirina çekdarên DAIŞê li Rojhilatê Sûriyê tên berdewam kirin, lê berpirsên Hêzên Sûrya Demokrat HSDê îro Sêşemê, dan zanîn ku êrîşên wan bo ser bermayên çekdarên DAIşê dom dike, hebûna sivîlan di nava çekdaran de sedemê pêşîne ku êrîşê hêdî bimeşe.

XS
SM
MD
LG