Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook ku ji Qonaxeke Dijwar Derbaz Dibe, Rastî Rexneyên Giran Tê


Çend hefteyên dawî jibo kompanîya medyaya civakî ya navdar Facebook pir zehmet bûne, piştî eşkerebûna hejmareke agahî ku dîyar dikin kompanîyê dizanî ku platforma wê nexweşîyên civakî li ser asta cîhanê xirabtir dikir.

Agahîyên ku vê hefteyê derbarê Facebookê derketin didin xuya kirin ku kompanîyê rê dida hikûmetên zordar, wekî ya Vietnamê, ku alîyên opozisyonê bêdeng bikin.

Agahîyên nû herwiha nîşan didin ku algorithma Facebookê karhênerên xwe ber bi navorokên tundrê ve dibe, wekî teorîyên komployê yên QAnon û îdîayên dijî vakîsna COVID-19, lê Facebook tenê çend gav avêt jibo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Facebook di çend daxuyanîyan de berevanîya xwe kiriye û dibêje ku wê gelek çavkanî terxan kiriye jibo ewlehîya platforma xwe piştrast bike. Ew herwisa dibêje ku piranîya agahîyên gihiştine rojnamevan û karbidestên hikûmetan ji pêvajoya xwe hatine derxistin.

Mark Zuckerberg, xwedîyê Facebook, di civîneke kompanîya xwe roja Duşemê de îdîa kir ku şopandina medyayê yê vê dawîyê wêneyeke nerast derbarê kompanîya wî dide.

“Rexneya baş alîkarîya me dike ku em karê xwe baştir bikin. Lê bi dîtina min, belgeyên ku bi dizî hatine derxistin hewildanek e jibo ku wêneyeke şaş derbarê kompanîya me nîşan bide. Rastî ew e ku me kultureke vekirî heye, tê de em piştgirîya nîqaş û lêkolînê derbarê karê xwe dikin da ku em pêşketinê li hember gelek pirsgirêkên aloz pêk bînin,” Zuckerberg got.

Lê, derketina van agahîyan û zehmetîyên wekî din yên kar, tên wê wateyê ku Facebook di hefte û mehên bê dê rastî hinek pirsgirêkan were.

Hêjayî gotinê ye ku kompanîya Facebook herwiha xwedîya Instagram û WhatsApp’ê ye.

Egera Vekolîna SEC

Karmenda berê ya Facebookê, Frances Haugen meha borî bi hezaran belge da destên qanûndaner û rojnamevanan, ku bû sedema pêleke raportan derbarê şêweyê karê Facebookê. Lê, ev belge herwiha gihişt Komîsyona Ewlekarî û Veguhestinê (SEC) ya hikûmeta Amerîkî. Ev jî dibe ku bibe egera vekirina vekolîneke federal li dijî Facebookê.

Haugen îdîa dike ku ev belge eşkere dikin ku Facebook hinek agahî ji ber çavên weberhênerên veşartibû û vê yekê jî zîyan li biryara wan ya kirîna beşek ji qezencên Facebookê di bazarê de kiribû.

Ew herwiha dide zanîn ku Facebook hejmara rastîn ya karhênerên malpera xwe dîyar nedikir. Hejmara karhêneran xaleke girîng e jibo qezencên diravî yên bi rêya reklamên li ser Facebookê.

SEC dîyar nekiriye ka ewê vekolînekê dijî Facebook veke yan ne, û piştrastkirina tawaneke sextekarîyê dî vî warî de dijwar e, jiber ku ew pêdivî peydakirina belgeyan e ku bi rastî berpirsên Facebook bi zanîn hejmarên şaş dane weberhêneran. Lê vekolînek derbarê Facebook dê zîyanê li kompanîyê û navê wê bike.

Gilî

Facebook berê jî bûye armanca gilîyeke ji alîyê Komîsyona Federal ya Bazirganîyê (FTC) ku dibêje Facebook bi rêya Instagram û WhatsAppê monopolîya bazara medyaya civakî dike. Ev ajansa federal dixwaze ku her sê platformên medyaya civakî ji hev werin cuda kirin.

Facebook jî dibêje ku hêza wê ya monopolîyê tuneye, lê belgeyên navxweyî ku Frances Haugen belav kir, dîyar dikin ku Facebook dizane ew li hinek deveran serdar e û ev jî dibe ku wekî belge ji alîyê FTC li dadgehê were xebitandin.

Kiryara Qanûndarêjî

Endamên Kongresa Amerîkî van rojan li ser gelek mijaran li hev nakin. Lê îfadeya Haugen meha borî li pêş Kongresê bû sedema hêrsa endamên herdu partîyan hember Facebook û Instagramê, bi taybet derbarê wê yekê ku Instagram zîyanê digihîne saxlemîya derûnî ya gelek sîpeyan, bi taybet jî keçên genc.

Di vê warê de çend bernivîsên qanûnan hatine pêşnîyar kirin, di nav de jî damezrandina komisyonekê jibo nirxandina naveroka aplîkasyonên ser telefonan û destnîşankirina temenê durist jibo karhênerên wan.

Hewlên Din

Hinek hewildanên din jî tên kirin jibo rê li ber Facebook bigirin ku gotara kîn û nijadperestîyê li ser platformên wê neyên belav kirin. Wekî mînak, Kombenda Dijî Defamasyonê (ADL) sala borî dest bi kempeynekê kiribû jibo reklamên bi pere li ser Facebookê werin sekinandin, wekî givaştinekê li ser kompanîyê da ku naverokên kîn û nijadperestîyê li ser malpera xwe nehêle.

Berpirsê ADL dibêje ku ew xwe amade dikin kempeyneke din ji vî rengî destpê bikin.

XS
SM
MD
LG