Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojekê de 1 Mîlyar Kes Facebook Kar Anî

facebook
facebook

Facebook dibêje, ew vê heftê serkeftineke dîrokî dest xist jiber ku di nav rojekê de 1 mîlyar kes Facebook kar anî.

Rêvebirê Giştî yê Facebook Mark Zuckerburg di hesaba xwe de (www.facebook.com/zuck) ew serkeftin pesand.

"Roja Duşemê her 1 ji 7 mirovên li seranser cîhanê Facebook kar anî ku peywendî ligel heval û malbatên xwe bikin," Zuckerburg got.

Wî bi berdewamî got, cîhana vekirî û hevgirêdayî cîhekî baştir e û peywendîyên we ligel hezkirîyên we xurtir dike.

“Facebook herwiha aborîyeke bi hêz ya bi pirtir derfetan û civateke xurtir diafrîne ku hemî nirxên me tê de xuya dibin.”

Facebook mezintirîn tora civakî ya cîhanê ye û li seranser cîhanê 1.5 mîlyar karînêrên wê yên aktîf hene.

Zuckerburg di sala 2004'an de, dema ew li Zanîngeha Harvard xwendekar bû, Facebook damezrand.

This item is part of
XS
SM
MD
LG