Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook Hesabê Serokê Venezuela Nicolas Maduro Dicemidîne


Platforma medya civakî, Facebookê hesabê Serokê Venezuela Nicolas Maduro jiber ‘’agahîyên şaş yên ser vîrusa korona’’ cemidand.

Facebookê ragihand ku Maduro ji hesabê xwe bi vîdeoyekê daye zanîn ku dermanê bi navê ‘’Cartavir’’ dijî vîrusa korona rind e û karanîna wê teşwîq kiriye.

Li gor daxuyanîya Facebookê, Maduro bi belavkirina wê vîdeoyê rêzikên wê binpê kirine.

Wê platforma medya civakî vîdeoya Maduro rakir û hesabê wî jî bo 30 rojan asteng kir.

Maduro di vîdeoya xwe de gotibû ku ew dermanê vîrusa korona dikare rê li ber belavbûna vîrusê bigire.

XS
SM
MD
LG