Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook Dibêje Ew Nûnerekî Qanûnî ji Tirkîyê re Destnîşan Dike


Kompanîya Facebook îro Duşemê ragihand ku wê dest bi prosesa destnîşankirina nûnerekî qanûnî li Tirkîyê kiriye.

Facebookê di daxuyanîyeke nivîskî de got ku jibo cîhanîna qanûna nû ya hikûmeta Tirkîyê ew biryar hate girtin, lê rêbaz û syandardên wê yên hember Tirkîyê dê negiherin.

“Ger em derheqa standardên xwe yan rêbaza xwe ya gerdûnî ya pêdaçûnkirina daxwazên hikûmetan, rûbiriyê givaştinan bin, emê nûnerê xwe paşve bikşînin,” Facebookê bi berdewamî got.

Rexnegir dibêjin ku bi qanûna nû ên hikûmeta Tirkîyê kontrola xwe ya ser platformên medya civakî jî xurtir dike ku piştî ya aciqandin û tepeserkirina hikûmetê ya ser medyaya giştî gelek kes berê xwe dabû wê derê.

XS
SM
MD
LG