Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook bo Parvekirineke Trump Hişyarîyê Dike


Facebookê, ku yek ji mezintirîn platforma medya civakî ye, hişyarîya piştrastkirinê da ser parvekirineke Serok Donald Trump.

Trump di Facebookê de ser dengdana li postayan nivîsî û da zanîn ku ger dadgeh guherînê nekin, ewê di hilbijartinê de sextekarî çêbe.

Di hişyarîya Facebookê de ser îdiaya Trump nehatiye gotin ku ew rast e yan şaş e, lê bo karînerên wê platformê di ser malpereke fermî re agahîyên bo dengdana hilbijartina seroktîyê hatine dayîn.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden gotibû ku Facebook rê li ber agahîyên şaş nagire û hin kompanîyên mezin jî ew platform boykot kiribûn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Twitterê jî di rojên borî de hişyarî danîbû ser hin parvekirinên Donald Trump.

XS
SM
MD
LG