Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Fahrîye Yalçinkaya bi Vîrusa Korona Ket


Lîstikavana Kurd Fahrîye Yalçinkaya, ku di gelek rêzefîlman de aktrîsî kiribû, bi vîrusa korona ket û niha li nexweşxanê di bin tedawîyê de ye.

“Di destpêkê de serê min êşîya, pişt re, agirê min derket û sînga min êşîya. Du roj wisa berdewam kir. Piştî wê ez çûm nexweşxanê, wan test çêkir, mixabîn testa min pozîtî derket,” Yalçinkaya ji Dengê Amerîka re got.

Piştî çêkirina testê karmendên tendirustîyê ji Yalçinkaya re got ku ewê derheqa encamê were agahdar kirin, lê ti kes ew agahdar nekiriye.

“Piştî testê ji min re gotin ku emê te bi payamê agahdar bikin. Heke pozîtîf derkeve emê telefona te bikin. Mixabîn testa min pozîtîf derketiye, lê ti kes telefona min nekir. Min bixwe telefona wan kir û got alîkarî bidin min. Paşê ez bi îmkanê xwe çûm nexweşxanê û niha tedawî dibînim.”

Yalçinkaya xema xwe dîyar dike ku heta niha li ser malbata wê ti test nehatine kirin.

“Min xwest ku şênîyê malê ku em bi hevre dijîn jî werin test kirin, lê ji min re gotin ku ne pêkan e ku ew herkesî test bikin. Wan ji me re got ku heta ku pirsgirêkên wan yên girîng dernekevin, emê test çênekin.”

Hêjatê balkişandinê ye ku Yalçinkaya herî pir bi rola “Pîra Gulîzar” di rêzafîlma Cîran Cîran dihat nasîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:27 0:00

XS
SM
MD
LG