Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Michael Fallon îro Sêşemê dibêje ku leşkerî wê pirtir êrîşên esmanî li dijî DAIŞ'ê li Sûrîyê pêk bîne, eger ew dikarin pêşî li êrîşên terorîstî li Brîtaya bigirin.
Fallon ew şîroveyên xwe di radyoya BBC de kir, rojeke piştî ku Serokwezîr David Cameron eşkere kir ku hêzên esmanî yên Britanî 3 mîllîtanên DAIŞê kuştin ku 2 ji wan Britanî bûn.
Êrîşa 21'ê Tebaxê êrîşa yekê ya wî rengî ye ku Britanî bi firokên bêfirov li Sûrîyê pêk anî.
Fallon dîyar kir ku eger jibo rêgirtina planên terorîstî li Brîtanya pêdivî be, ewê dîsa êrîşên wiha bikin.