Roja Çarşemê ajansa Associated Press (AP) da zanînin ku, yek ji serfermandarên gerîlayên FARC a Kolombia bang li serokê Amerîka Barack Obama dike da ku hewilên aştiyê bide û serokê wan yê ku ev zêdetirî 10 salane di girtîgehê de ye li Amerîka serbest bihê berdan û aştî li gel hikûmeta Kolombî û Amerîka berqerar bibe.
Fermandarê gerîlayên FARC ê yê ku xwe bi Martin Corena daye naskirin, di nava rêlên li başûrê welatê Kolombiya de veşartî, derdikeve û daxwazê ji îdara serokê Amerîka Barack Obama dike da ku, di nava gel de bihê hezkirin, hewilên aştiyê yên zêdetir bide da şerê xûnawî yê ev 30 sale tê berdewamkirin bidawî bibe.
Fermandrê FARC ê gote AP "gelek tişt di çarçevoa gotinê de hatine kirin û bi gotin behsa aştiyê hatiye kirin, lê ev daxwaz nebûne rastiyek û piştevanî ji aliyê Amerîka de ne dîtiye".
Şervanên Şorişger yên FARCê li Kolombiya daxwaz ji Amerîka dikin ku, serokê wan Ricardo Palmera yê 60 salî ku niha di girtîgehên Amerîka de ye azad bibe, FARC serbest berdana wî weke şertê pêşîn yê aştiyê dibînin.
Raportvanên AP serdanek yek hefteyî bir bû 4 kampên şervanên FARCê li başûrê Kolombia, di derketinên şervanan de daxwaza aştiyê dikin, ev demeke şervanên FARCê rê daye rojnamevanan da ku, serdana kampên wan bikin, lê bi mercê ku, cihên wan eşkere nekin.
FARC herweha hind nunerên xwe şandine Havana jibo hewildanên aştiyê li gel aliyên hevdij.