Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Hezar Çekdarên FARC'ê Giheştin Navendên NY


Serokomarê Kolombîya Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono, li hevdîtinên aştîyê
Serokomarê Kolombîya Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono, li hevdîtinên aştîyê

Reuters'ê do Duşemê ragihand ku hejmara serhildayên FARC'ê yên ku herêmên xwe hêlan û giheştin navendên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 7 hezar borî.

Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC), piştî par bi hikûmetê peymana aştîyê îmza kir, çekdarên wê herêmên xwe diterkînin û diçin 26 navendên ku ji alîyê NY ve tên kontrol kirin.

Serokomarê Kolombîya Juan Manuel Santos dîyar kir ku ewê heta Hezîranê jî serhilda hemî çekên xwe deynin.

''Dawîya vê hefteyê hemî çekdar giheştin navendên NY û peyvajoya radestkirina çekan jî destpê kir,'' Santos got.

Rêvebirîya Santos tevî ku di referandumê de dengê ''na'' derketibû jî bi FARC'ê peymana aştîyê îmza kiribû.

Di şerê 52 salan ya hikûmet û serhildayan de 220 hezar kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG