Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FARC Hin Çekên Din Radestî Neteweyên Yekbûyî Dike


Hin çekên FARC'ê

Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) ser peymana aştîyê, 30 ji sedê din yê çekên xwe radest kir.

Tevî radestkirina dawî, FARC’ê heta niha 60 ji sedê çekên xwe dane karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY).

Serokê Kolombîya Juan Manuel Santos dîyar kir ku prosesa radestkirina çekan wek plana peymana aştîyê birêve çûye.

‘’Rojên dîrokî ne, aştî ewê hêdî hêdî pêk were. Mîna dêreke ku kevir bi kevir tê ava kirin’’ Santos got.

Ser peymana aştîyê, FARC’ê dev ji têkoşîna xwe ya çekdarî ya ku bi qasî 50 sal domand berdabû.

Yek ji rêberên FARC’ê Pablo Catatumbo got ku ew ji dil bawerîyê bi aştîyê tînin û jibo welatê di xeyalên wan de çi pêwîst be dê bikin.

Li gor peymana aştîyê, FARC piştî radestkirina hemî çekan ewê bibe partîyeke siyasî.

Li ber e ku FARC heta 20’ê Hezîranê hemî çekan radest bike.

Peymana aştîyê, piştî danûsitandinên ku çar sal dom kiribû li Kuba hatibû îmza kirin.

XS
SM
MD
LG