Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FARC'ê Nav û Sembola Xwe Dîyar Kir


Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC), ku piştî 52 sal di meha Hezîranê de çek danîbûn, bi navê "Hêza Şoreşger ya Alternatîf ya bo Gel" bû partiyeke siyasî.

Kurtenavê Îspanî yê partîya nû, Fuerza Alternativa Revolucionaria del Comun, dîsa dibe FARC.

Di kongreya FARC'ê de, ku ji Duşemê vir ve didome, sembola partîya nû hat dîyar kirin.

Di logoya nû de, şiklê gulekê li ser zemînê sipî ye.

Kongreya ku bi beşdarîya 1200 endam li Bogota ya paytaxt li dar dikeve, îro Înê bi dawî dibe.

Li ber e ku partîya nû, sala pêş beşdarî hilbijartinan bibe.

Li gor peymana bi hikûmeta Kolombîya re, di hilbijartina yekê ya partiya FARC'ê de, hin kursîyên meclîsê, bi awayekî garantî di destê wê de ne.

XS
SM
MD
LG