Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwarziya Xamineyî Bang li Cîhanê Dike ku "Rejîma Xwûnxwar" Boykot Bikin


Italy Iran Protest
Italy Iran Protest

Ferîde Moradxanî (Farideh Moradkhani), xwarziya Rêberê Bilind yê Îranê Alî Xamineyî, bang li hikûmetên biyanî kir ku hemû têkiliyên xwe bi Tehranê re qut bikin ji ber tepeserkirin û tundûtûjîya desthilatdaran li dij xwepêşandanên girseyî yên ku ji ber kuştina Jîna Emînî (Mahsa Amînî), di binçavkirina polîsan de jiyan xwe ji dest dabû.

Daxuyaniyek vîdeyoyî ya Ferîde yê, ku ew bixwe endezyare û bavê wê kesayetiyek navdar yê opozisyonê bû û xwişka Xamineyî hevjîna wî bû, , vîdeyo gelek belav bibû piştî ku Ajansa Nûçeyên Çalakvanên Mafên Mirov (HRANA) girtina wê di 23ê Mijdarê de ragihand bû, li gorî Reutersê.

Wê di vîdeoyê de wiha got: "Ey gelên azad, piştgiriya me bikin û ji hikûmetên xwe re bêjin ku dest ji piştgiriya vê rejîma xwînxwar û zarokkuj berdin. Ev rejîm ne pabendê ti prensîbên xwe yên olî ye û ji bilî hêz û xwe sepandina li ser desthilatê tiştek din nizane."

Lê Ofîsa Xamineyî hêjî bersiva Reutersê nedaye ya daxwaza ku li ser mijarê raman xwe bêje û helwesta xwe diyar bike.

(HRANA) dibêje, heta 26ê Mijdarê ji dema destpêkirina meşên nerazî li seranserî welat 450 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, di nav de 63 zarok hene, herwiha di xwepêşandan de 60 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin rejîmê 18173 kes girtine.

Farideh Moradkhani
Farideh Moradkhani

Xwepêşandanên ku piştî kuştina keça kurd ya ciwan li Îranê Mahsa Emînî, ji aliyê polîsên exlaqî ve dest pê kirbûn, ji sala 1979an heta niha, bûye mezintirîn kêşeyên li pêşiya saziya olî ya desthilatdar li welat ji dema şoreşa îslamî ya Îranê ve ye, ku ev nêzî 3 mehin dom dikin. Li hember rewatiya Komara Îslamî de, xwepêşanderan ji hemû pêkhateyan wêneyên Xamineyî şewitandin û daxwaza hilweşandina desthilata mezhebî ya li welat kirin. Mehmûd Moradxanî, birayê Ferîde, ku li Fransa dijî, ew vîdyo li ser YouTube belav kir.

Mehmûd li ser hesaba xwe ya Twîtterê xwe weke "dijayetiya Komara Îslamî" daye nas kirin. Vîdeyo ji aliyê çalakvanên navdar yên mafên mirovan yên Îranê ve hat parvekirin.

Di 23ê Mijdarê de, Mehmûd diyar kir ku xwişka wî dema ku di xwest li gor biryara dadgehê made bibe li pêşberî dozgeriya Tehranê hat girtin.

Wezareta Îstixbarata Îranê îsal Ferîde girt û piştre bi kefalet ew azad kirbû.

Xamineyî roja Şemiyê got ku endamên hêzên Besîc canê xwe feda kirin di "serhildanên" ku piştî mirina Emînî derketin.

Hêzên Besîc yên Pasdarên Şoreşa Îranê li eniya pêş ya helmetên dewletê yên ku xwepêşandanên li seranserê welat belav bûne dikin armanc, cih digirin.

Xamineyî di gotareke xwe ya televîzyonî de got, "Wan canê xwe feda kirin ji bo parastina xelkê ji serhildanan."

Û medyaya fermî ya Îranê, roja Înê, ragihandbû ku Pasdarên Şoreşê hebûna xwe li navçeyên Kurdistanî yên ne aram in, di çarçoveya helmetekê de bi mebesta ragirtin û nehiştina xwepêşandanan xwe xurt û bihêz kirin.

Roja Pêncşemê, saziya bilind ya mafên mirovan ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî biryar da ku mîsyonek lêkolînê ya nû ava bike da ku li ser tepeserkirina tundûtûjî ya ewlekarî ya Tehranê li dijî xwenîşandanên dijî hikûmetê binêre û lêkolîn bike.

Rexneyên xizmên berpirsên payebilind yên Komara Îslamî ne bêmînak in. Di sala 2012an de, Feyzeh Haşimî Refsencanî, keça serokê berê yê Îranê Ekber Haşimî Refsencanî, ji ber "propagandaya dij-dewletê" bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

XS
SM
MD
LG