Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet ya Ser Rewşa Dawî ya Farqînê


Wêneyeke arşîvê ji malwêranîya Farqînê
Wêneyeke arşîvê ji malwêranîya Farqînê

Şerê giran li Farqînê didome û qedexe di roja 11’yan de ye. Du rojên dawî êrîşa li ser taxan zêde bûye. Li gor agahîyên dawî di roja dehan de 7 sîvîl, leşker û polîsek hatin kuştin.

Parlameneterên HDPê do gotin ku operasyona esmanî jî çêbûye, bombeyan davêjin ser her sê taxan.

Lê, wilayeta Amedê got rastîya wê îdiayê tuneye. Ew dibêjin roja Çarşemê 5 şervan hatine kuştin.

Du heyetên HDPê ku ji parlamenteran pêk dihat dohî çûn Farqînê.

Hevserokê HDPê yê Amedê Omer Onen da zanîn şandeya ku ji parlamanterên jin pêk dihat derbasî nav taxên qedexe bûn, lê polîs rê neda şandeya ligel wî.

"Parlamenter Îdrîs Baluken, Altan Tan, Îmam Taşçier, Mahmut Togrul û Ahmet Yildirim û em çûn serdana qeymeqam da ku dawî li operasyonê bînin. Lê wusa xuya dike ew jî ne xwedî qudret e."

Li gor agahîyan sê parlamenterên jin derbasî taxên qedexe bûn, lê jiber ku telefon tuneye agahîyên saxlem ji wan jî nayê standin.

Jiber şer û operasyonan gelek sîvîl koçemalî bûn. Şayde ji taxa Tekelê ye. Mala wê jî bûye hedefa guleyê topan. Ew dibêje pir bêçare bûne û ditirsin ku di bin bombebaranê de bimirin.

Hêjayî gotinê ye ku Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag îro diçe Farqînê.

HDP û DBP jî îro di saet 14:00'da li herêmê û li Tirkîyê wê daxuyanî bidin û jibo Farqînê dest bi xwepêşandanan bikin.

KHF_11_12_15_Farqin
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:11 0:00

XS
SM
MD
LG