Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarên Kurdan yên Wek Nisêbîn û Farqîn Rewşa Aloz Didome


Wêneyeke ji bûyerên meha borî li Farqînê
Wêneyeke ji bûyerên meha borî li Farqînê

Piştî Nisêbîna navçeya Mêrdînê, li Farqîn a Amedê jî qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Hêzên ewlekarîyê li her du navçeyan bi dehan wesayitên zirxî operasyonek berfireh dan destpê kirin, li ser endamên baskên ciwanên PKK’ê ku ev demek dirêj li kolanan xendekan kolane.

Baskên ciwanên bajaran, ku jê re YDGH tê gotin, ji 12’ê meha 8 Tebaxê vir ve li bajarên herêmê xweserîya xwe û îlan dikin û bi çekan li hember hêzên ewlekarîyê parastina xwe dikin.

Piştî ku doh du serbazên leşkerî, li ber derîye xwe, di êrîşek çekdarî de li Farqîn’ê hatin kuştin, biryara operasyonê hat girtin.

Li gor zanyarîyan, operasyon û pevçûn li sê taxên Farqîn’ê dewam dike û îdia heye ku 2 kes hatine kuştin, gelek kesên din jî birîndar bûne.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek dibêje, qeymeqam jiber qedexê û ewlehîyê rê nade ku şandeya wan derbazî Farqînê bibin.

Hêjayî gotîinê ye ku heft borî li Bîsmîl a Amedê jî du rojan qedexe hatibû danîn û di pevçûnên giran de 2 zarok 4 kes hatibûn kuştin, 7 kes jî birîndar bûbûn.

KHF_10_2_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG