Senatora Australyayî Fatima Payman îstifa xwe ji Partiya Karker a desthilatdar ragihand û wek parlamenterek serbixwe dimîne, li hember helwestên serokwezîr Anthony Albanese li ser nakokiya di navbera Îsraîl û Hamasê de û avakirina dewletek Fîlistînî.
Bloomberg ji zarê Payman roja Pêncşemê ragihand ku wê di civîneke çapameniyê de got ku ew neçar maye ku vê biryarê bide ji ber "xemsariya Partiya Karker a li hember neheqiya herî mezin ya vê serdemê."
Payman anî ziman ku malbata wê "ji welatekî ku şer lê rû heye reviya ye, ji ber wê yekê ez nikarim bêdeng bimînim dema ku dibînim zulm û hovîtî li hember mirovên bêtawan hene."
Malbata Payman ku bi eslê xwe ji Afganistanê ye, çend sal berê li Australya mafê penaberiyê stend. Di sala 2022 de, parlamentera (29) salî bû yekem jina misilman di Senatoya wî welatî de ku hîcab li xwe kiriye.
Payman di heman demê de yekem parlamentera Australyayê ye ku bi fermî ji partiya xwe veqetiya di encama şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de.
Fatima yekem car partiya xwe rexen kir piştî ku pêşniyar ji partiya Keskan ve hat Senatoyê da ku Australya weke hin welatên rojavayî dewleta Fîlistinê nas bike, lê partiya wê, partiya Karker ya desthilatdar li dij pêşniyarê derket, ev bo ciyê nerazîbûna Payman.
Çavdêr dibêjin piştî îstîfayê Payman dê hewildanên serokwezîr ji bo jinûve xwe bike berbijar bo hilbijartinên 2025ê zehmet bike.