Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Zaroka Kurd Fatma Elarslan Diçe Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê


Zaroka 13 salî ya bi navê Fatma Elarslan di dema şerê xendekan de li bajarokê Hezexa (Îdîl) Şirnexê hatibû kuştin.

Dewletê îdia kir Fatma endamê rêxistina çekdarî ye û terorîst e. Loma dozgerî di lêpirsîna xwe de li ser vê îdayê sekinîye û biryar daye ku ne hewceyî doz vekirinê ye.

Dadgeha Şirnexê bi biryara xwe piştigirîya dozgeriyê kir û cîh da îfadeyên şahidekî nepenî ku gotiye Fatma jî şervan bûye.

Bavê Fatma li dijî îdayan derdikeve û dibêje ku qîza wî hîn zarokeke biçûk bû ku jibo lîstokan digirîya.

Avuqatê wan Veysel Vesek jî dibêje ku zarokeke di temenê Fatma de ji xendekan revîya, dadgehê ceza neda.

“Ew hîn zarok e. Fatma sax bifilitiya dê ceza negirta lê jiber ku ew hate kuştin, niha dixwazin ew wek terorîst nîşan bidin û sucê kuştina bavêjin ser wê."

Hêjayî bîrxistinê ye ku meytê Fatma di Adara 2016'an li taxeke Hezexê hatibû dîtin û hatibû gotin ku ew di pevçûnê de hatiye kuştin.

Lê parêzer Vesek dibêje ku di termê Fatmayê de birînên guleyan tunebûn û ew bi perçeyên bombeyan hatiye kuştin.

KHF_07_12_2020_doza Fatma Elarslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00

XS
SM
MD
LG