Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fatoş Guney Serdana Helebce Dike Û Berhemên Sînemakar Yilmaz Guney Dike Kurdî


Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce
Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce

Fatoş guney jibo karê wergêran, film û berhemên sînemakarê Kurd yê naskirî Yilmaz Guney li herêma Kurdistana Îraqê ye û li bajarê Helebce serdana Monumênta şehîdên kîmyabarana bajêr kir û daxuyaniyek da û got, ew li gel Wezareta Roşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev hatine ku dest bi projeyê wergêrana pirtûk, fîlm û berhemên Yilmaz Guney bikin bo Kurdî-Soranî, herwiha dibêje, jibo azadî û serxwebûna Kurdistanê Helebce mînakek giringe divê neyê jibîr kirin, weke Fatoş Guney hevjîna sînemakar Yilmaz Guney dibêje.

Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce
Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce

Fatoş Guney hevjîna sînemakarê koça dawî kirî di ragihandinek rojnamegerî da li Helebce got "Me pêşniyar da wezareta roşenbîrî ku pirtûk û fîlmên Yilmaz Guney bihên wergêran, beşek ji destpêkê kar li ser bihê kirin û wezaretê jî soz daye ku wî karî encam bidin."

Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce
Fatoş Guney hevjîna Yilmaz Guney li Helebce

Fatoş Guney li ser dosya kîmyabarana Helebce jî rawestiya û got "Êş û azarên Helebce car din nû bûn ve, jibo azadî û serxwebûna Kurdistanê Helebce mînakek giringe, dema kîmyabarana Helebce ez li Fransa bûm, li gel alîkariyên mirovahî yên Danielle Mitterrand hatim Helebce, fîlmeke dokumêntarî min çêkir li hemî Ewrûpa belav kir, sala 1991ê ew bûyerên min li vêderê jî dîtin, min li Tirkiyê jî weşandin. "

Raporta Helebce 02 01 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG