Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci: Amerîka Dikare di Dawîya Havînê de Vegere Ser Jîyana Normal


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku li gor plana vaksînan, Amerîka dikare di dawîya Tebax yan serê Îlonê de vegere ‘’jîyana normal’’

Fauci di preskonferansa li Qesira Sipî de da zanîn ku gava ew li karanîna vaksînan dinêrin, ew dikarin bibêjin ku civak dikare di dawîya havînê de dijî vîrusa korona bi ser keve.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku bo belavbûna vîrusa korona raweste divê li Amerîka ji 70 heta 80 ji sedê Amerîkîyan vaksînan li xwe din.

Fauci bi bîr xist ku ger her roj 2-3 mîlyon kes vaksînan li xwe din ewê saxlemîya civakê xurttir bibe.

Li gor raporên Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) heta niha 10 ji sedê Amerîkîyan vaksîn li xwe dane.

XS
SM
MD
LG