Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci: Cureya Delta Dijî Têkoşîna Vîrusa Korona Gefa Herî Mezîn E


Anthony Fauci
Anthony Fauci

Pisporê nexweşîyên enfeksîyonî Doktor Anthony Fauci dîyar kir ku bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya Amerîka gefa herî mezin cureya Delta ye ku berê li Hîndistanê hatibû tespît kirin.

Anthony Fauci da zanîn ku cureya Delta ji orîjînala vîrusa korona pirtir û zûtir belav dibe û dîyar kir ku dibe ku ew cure bi rabûna asta nexweşîyê re jî peywendîdar be.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî dîyar kiribû ku cureya Delta li seranserê cîhanê bûye vîrusa korona ya herî berbelavtir.

Fauci got ku Pfizer-BioNTech jî di nav de vaksînên Amerîka bo karanîna wan destûr daye dijî Delta kêrhatî ne.

Wî ji Amerîkîyan xwest ku vaksînan bikar bînin û dijî vîrusê bi ser bikevin.

Ji alîyê din ve Qesira Sipî ragihand ku ew nikarin bikin ku heta 4’ê Tîrmehê 70 ji sedê gehiştîyên Amerîkî vaksînan li xwe bidin.

Qesira Sipî dîyar kir ku bo ew bigêhîjîn armanca rêvebirîya Serok Joe Biden çend hefteyên din jî hewce ne.

Jêderên saxlemîyê yên Amerîka dibêjin ku pirtir ji 150 mîlyon Amerîkîyan, ku pirtir ji 45 ji sedê nifûsa Amerîka ye, bi temamî vaksîn li xwe dane.

Cureya Delta di Nîsan û Gulanê de li seranserê Hîndistanê şewbeke mezin çêkir, sîstema saxlemîyê ya welêt hilweşand û bi sed hezaran însanan bi wê canên xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG