Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci bi endamên Kongresê re ser perpûna vîrusa korona axifî.
Fauci dîyar kir ku dibe ku ew heta dawîya sala 2020’an perpûnê çêkin û got ku ew qonax dibe ku heta serê 2021’an jî bidome.
‘’Em ne ser çêbûn yan çênebûna perpûnê, lê ser dema wê diaxifin.’’ Fauci got.
Wî da zanîn ku di hefteyên pêş de bo Ameîka dê demên krîtîk destpê bikin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 2,300,000 kes bi vîrusa korona ketine 121,176 kes bi wê mirine.