Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Fauci Dibêje Dibe Vîrusa Korona Ti Carî ji Holê Ranebe


Pisporê nexweşîyên enfeksîyonê yê Amerîkî Dr. Anthony

Pisporê nexweşîyên enfeksîyonê yê Amerîkî Dr. Anthony Fauci roja Çarşemê dîyar kir ku dibe ku vîrusa korona ti carî ji holê neyê rakirin û ewê ev rewş "piranîya cîhanê" di qonaxa pandemîyê de bihile.

Fauci, yê ku şêwirmendê serokê Amerîka Joe Biden e, ev daxuyanîya di preskonferenseke ser pandemîya vîrusa korona li Qesra Sipî ragihand.

"Bi rastî têkbirina vê vîrûsa pir veguhêsbar dê pir dijwar be, herî kêm di demeke nêz û dibe ku carî jî " Fauci got.

Wî got ku "piranîya cîhanê" hîn "di qonaxa pandemîya belavbûnê de ye" lê "niha di asta leza belavbûna bûyerên nû de kêmbûn tê dîtin."

Fauci da zanîn ku pisporên saxlemîyê "li rekên di astekê de kontrolkirina vîrusê digerin ku rê li ber jiyaneke rojane ya nêzî pîvanên normal ve bibe."

Hevdem, wî destnîşan kir ku bi vaksînlêdanan dibe ku astek baş ya kontrolê were bidest xistin û ew hêvî dike ku di dawîyê de bûyerên rojane yên nû "bi gelemperî ji 10.000'an kêmtir bin."

Wî bi bîr xist ku li Amerîka hîn nêzîkê 66 mîlyon mirov vaksîn li xwe nedane.

Navenda Çavkanîya Vîrusa Korona ya Zanîngeha Johns Hopkins dibêje ku Amerîka di mirinên jiber vîrusa korona hîn jî pêşengîya cîhanê didomîne, bi zêdetirî 717.000 mirinan û bi tevahî nêzî 44.6 mîlyon bûyeran.


XS
SM
MD
LG