Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci: Karanîna Maskan Wek Helwesteke Sîyasî Hat Dîtin


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku cudabîrîyên sîyasî jî kiriye ku li Amerîka hejmara mirinên ji vîrusa korona ji 500 hezarî derbaz be.

Fauci ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku karanînan maskan jî ji tedbîreke saxlemîyê wêdetir wek helwesteke sîyasî hatiye dîtin.

Wî da zanîn ku ger cudabîrîyên sîyasî tunebûna jî ewê şewba vîrusa korona kêşeyeke mezin bûya û bi bîr xist ku welatên wek Almanya û Brîtanya yên bo xizmetên saxlemîyê baldar jî bi şewbê ketine rewişeke dijwar.

Yek ji rêberên têkoşîna dijî vîrusa korona yên Qesira Sipî, Fauci da zanîn ku jiber cureyên nû yên vîrusa korona yên bandora vaksînan kêm dikin, ew nizanin ku ewê şewb bi kengî dawî bibe.

Faucî û Serok Joe Biden di rojên borî de gotibûn ku dibe ku di Noela pêş de qonaxa normalbûnê destpê bike.

Berpirsê Ewrupa yê Rêxistina Saxlemî yê Cîhanê (WHO) Hans Kluge jî dîyar kiribû ku ew li bendê ne ku di serê sala 2022’yan de bandora vîrusa korona kêmtir bibe.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Li gor agahiyên wê zanîngehê li Amerîka heta niha pirtir ji 28,1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 500,310 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG