Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci Ser Belavbûna Omicronê Hişyarî Dide


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci, ku şîretvanê saxlemî yê Serok Joe Biden e, bal kişand ser zêdebûna pêketinên vîrusa korona.

Fauci di ser kanala CNN ya Amerîkî re dîyar kir ku metirsî çêbûye ku kesên bikevin nexweşxaneyan pirtir bibin.

‘’Ger pêketin ewqas zêde bin, her çiqas Omicron ji Deltayê kêmtir metirsî çêdike jî bo nexweşxaneyan dîsa ew dikare bo sîstema saxlemîyê giranîyekê çêke.’’ Fauci got.

Wî da zanîn ku cureya Omicron ji ya Delta zêdetir belav dibe û dîyar kir ku ewê jiber wê zêdetir pêketin çêbin.

Li Amerîka bi belavbûna Omicronê hejmara pêketinan careke din bilind dibe.

Ew demek e li Amerîka rojane 400,000 kes bi vîrusa korona dikevin. Hefteya borî hejmara pêketinan du caran 500,000 derbaz kir.

Jiber zêdebûna pêketinan hin tedbîrên berê yên dijî vîrusa korona jinûve têne ragihandin.

Li hin dibistanan karanînan maskan jinûve mecbûrî dibe û hejmara wan kêm be jî hin dibistan derbazî perwerdeya onlayn dibin.

Li Harvardê di sê hefteyên pêşî yên salê de perwerde dê onlayn be. Li Zanîngeha Chicago jî dê du hefteyan bi awayekî onlayn perwerde çêbe.

Xêncî dibistan û zanîngehan, hin kompanîyên kar jî hewil didin xebatîna ji malê teşwîq bikin.

XS
SM
MD
LG