Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci: Guherîna Vîrusê Bandora Vaksînan Kêm Dike


Ceribandinên klînînk raber dikin ku cureyên nû yên vîrusa korona bandora vaksînan dadixe.

Vaksînên ku kompanîyên bi navê Novavax û Johnson & Jonson çêkirine bo têkoşîna dijî vîrusa korona hêvî geş girin, lê agahîyên wan yên ser ceribandinan nîşan didin ku bandora vaksînan ya li welatên bi cureyên nû yên vîrusê kêm e.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci jî piştrast kir ku mutasyona vîrusê bandora vaksînan kêm dike.

‘’Mutasyona vîrusan bandora vaksînan kêm dike û xuya ye em dê dijwarîyan re rûbirû bimînin.’’ Fauci got.

Li gor encamên ceribandinên Novavaxê, bandora vaksînê ya li ser gelê Afrîqa Başûr ya lê cureya nû hatiye tespît kirin, 50 ji sedê ye.

Heman vaksînê di ceribandinên li Brîtanya jî bi 89,3 ji sedê bi bandor e.

Johnson & Johnsonê ragihand ku bandora vaksîna wan, li Afrîqaya Başûr berî cureya nû ya vîrusa korona 72 ji sedê bû, lê piştî wê cureyê ew rêje daketiye 57 ji sedê.

Pfizer-BioNTechê jî dîyar kiribû ku çaverê ye bandora vaksînan bi cureyên nû yên vîrusa korona re kêm bibe.

XS
SM
MD
LG