Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci Dibêje Ewê Karanîna Vaksîna Johnson & Johnson Bidome


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku dê karanîna vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson bidome.

Fauci ji kanala NBC re dîyar kir ku karbidestên saxlemîyê dê herî zû roja Înê biryara ser karanîna vaksîna Johnson & Johnson ragihînin.

Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) û Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) li ser tîrbûna xwîna 6 kesên vaksîn li xwe dane, hefteya borî karanîna vaksîna Johnson & Johnson rawestandibû.

Li Amerîka heta niha 7 mîlyon kesan vaksîna Johnson & Johnson li xwe dane.

Çaverê ye ku CDC bo biryara ser vaksîna Johnson & Johnson di 23’yê Nîsanê de kom bibe.

Fauci dîyar kir ku ger karanîna vaksîna Johnson & Johnson bi temamî were betal kirin ewê ew biryar bi wî pir ecêb were.

Wî derbarê zarokan jî got ew dê karibin di serê sala 2022’yan de vaksînan li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG