Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Bi Lawazbûna DAIŞê Metirsiya Wê li Amerîka Zêde Dibe


Çekdarên DAIŞê

Berpirsekî Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) îro Çarşemê di asta bilind de ragihand ku dibe metirsiya êrîşên DAIŞê li Amerîka zêdetir bibe ji du salên borî, jiber ku ew li rojhilata navîn lawaz dibe û gelek erd ji dest daye.

Michael Steinbach alîkarê serokê cîbicîkar yê Ewlekariya Netewî FBI de, di preskonferansa li Enstîtuya Teknolojî ya Massachusetts de roja çarşemê got "Ez di wê bawerê de me ku sala 2017 û 2018an DAIŞ jiber lawazbûnê dê xeteriya wê ji berê zêdetir bibe"

Steinbach herweha got"ne merce ku ew êrîşên DAIŞ pilan dike serkeftî derbas bibin", dîsan da zanîn ku berpirsên ewlekariya Amerîka di sala 2015an de zêdetirî 70 pilanên êrîşan pûç kirine.

Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) sala 2014an gelek erd û bajar li Îraq û Sûriyê kontrol kir bûn û dewleta xelafetê ragihand bû, herçende hêjî hind herêm û bîrên petrolê li jêr kontrola wê de ne, lê gelek erd li Sûriya û Îraqê jidest dane.

Bajarê herî mezin li Îraq û Sûriyê di dest DAIŞê de mayî, bajarê Musilê ye, niha amadekarî dihên kirin ku, di demek nêzîk de hêzên kurdan, leşkerê Îraqê û Erebên Sunî û Şia bi hevkariya Amerîka û hevpeymanan bajarê Musil ji kontrola çekdarên DAIŞê bihê deranîn.

XS
SM
MD
LG