Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Comey Wek Serokê FBI Dibijêre


Serokê Amerîka barack Obama karbidestekî bilind yê berê, James Comey wek serokê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) bijart.

Birêz Comey, Komarî ye û di dema Serokê berê George W. Bush de wek cîgirê şîretvanê serekî yê rêvebirîyê kar dikir.

Hêjayî gotinê ye ku birêz Obama yê Demokrat, yekî Komarî li şûna serokê niha yê FBI Robert Mueller anî.

Birêz Mueller yek hefte berî êrîşên terorîstî yên 11ê Îlonê hatibû ser kar û heta niha li ser erka xwe mabû. Wî demeke berê dîyar kiribû êdî karkenar be.

Qesra Spî dibêje, Comey di tevahîya karê xwe de îsbat kiriye ku ew di parastina ewlehî û nirxên welatê xwe de, mirovekî xebatkar, dirûst û bi prensîb e.
XS
SM
MD
LG